Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

6 Girtîyên Sîyasî li Sûdanê Tên Azad Kirin


Wêneya sê ji şeş girtîyên ku Sêşemê hatine berdan.
Wêneya sê ji şeş girtîyên ku Sêşemê hatine berdan.
Desthilatdarên Sûdanê 6 girtîyên sîyasî azad kirin, rojekê piştî ku Serok Omar el Beşîr fermana berdana hemû girtîyên siyasî da.

Her 6 girtî destpêka îro Sêşemê ji Zindana Kober li Xertûma paytext hatin berdan. Rêxistinên mafên mirovan dibêjin, ew endamên grubeke opozîsyonê ne û ji meha yekê de hatibûn girtin, piştî ku beşdarî konferansekê li Ugandayê bûn û banga roxandina rejîma Serok Omar el Beşîr kirin.

Pisporekê mafên mirovan yê Neteweyên Yekbûyî xema xwe anîbû ziman, derbarê girtina kesitîyên opozîsyonê û girtîyên din bêy dadgeh kirin.

Di kombûna parlemanê de do Duşemê, birêz El Beşîr fermana azadkirina hemû girtîyên sîyasî da, wekî beşek ji hewildanên hikûmetê jibo lidarxistina “dîyaloga netewî” ligel hemî pêkhatîyan.

Hîn nehatîye xuya kirin kengî û çend girtî dê werin berdan.

Ev gav tê kirin li vê dema ku girjî li Sûdanê tê hilanîn, piştî ku ew meha borî gihişt rêkeftinekê ligel Sûdana Başûr jibo dawîkirina kêşeyan û jinûve destpêkirina şandina neftê li deverên ser sînor. Her du welat sala borî hema gihiştibûn qonaxa şer.
XS
SM
MD
LG