Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Saudî: Serxwebûna Amerîkayê di Warê Enerjîyê de ne Pêkaneye


Wezîrê Neftê yê Erebistana Saudî Alî al Naimî dibêje, Amerîka nesergihayî ye eger bawer bike ew dikare bêy nefta Rojhilata Navîn serbixwe be.

Al Naimî roja Sêşemê gote cemawerekî li Washington ku ew xêrhatina zêdekirin berhemdana nefta û gaza Amerîkî dike û wê yekê wekî tiştekî baş jibo aborîya Amerîka û çavkanîyên nefta cîhanê dibîne.

Lê wezîrê Saudî got ku serxwebûna enerjîyê ramaneke nesergihayî ye, jiber ku bazarên cîhanî yên enerjîyê bihev ve girêdayî ne.

Ji embargoya nefta Rojhilata Navîn di sala 1973’ê de, gelek Amerîkî, di nav de Serok Barack Obama û gelek serokên berî wî, gotine, divê Amerîka spartina xwe bo nefta biyan rawestîne. Ew dibêjin ku serxwebûna enerjîyê jibo ewlekarîya niştimanî ya Amerîkî girîng e.
XS
SM
MD
LG