Biryar e komela sereke ya opozisyona Sûrîyê li Stenbolê bicive û serokekî nû destnîşan bike.
Dihête çaverêkirin ku di wê civînê de, Hevalbendîya Niştîmanya Sûrîyê rêberekî nû hilbijêre û pêdaçûnê bi kabîneya hikûmeta demkî bike.
Li gorî rojnameyên Tirkîyê, kesên ku şansê wan herî zêde ye ku bibin rêberê opozisyonê ev in: Corc Sebra, Burhan Xelyun û Luey Safî.
Di wê civînê de, ku biryar e li heftîya bihêt birêve biçe, herwiha hejmara endamên hevalbendîyê dihête zêde kirin.
Nuha 62 kes endam in di hevalbendîyê de.
Opozisyona Sûrîyê li Tirkîyê Serokekî Nû Destnîşan Dike