Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Serdana Zindana Mandela Kir


Serok Obama û hevjîna wî li zindana girava Robben, Yekşem 30'ê meha 6, 2013.
Serok Obama û hevjîna wî li zindana girava Robben, Yekşem 30'ê meha 6, 2013.
Serokê Amerîkî Barack Obama roja Yekşemê serdana girava Robben ya Afrîkaya Başûr kir, cihê zindana ku Nelson Mandela nêzîkî 20 sal ji temenê xwe têde derbas kir jiber xebata wî jibo hilweşandina rejîma nijadperestî.

Cîgirê şîretvanê parastina niştîmanî yê Amerîkî Ben Rhodes dibêje ku Serok û hevjîna wî Michelle Obama û herdu keçên wan, serdana odeya kevin kirin, cihê ku birêz Mandela tê de hatibû zîndankirin.

Qesra Spî ragihand ku ev serdan wekî sipasîyê ye jibo birêz Mandela û hemû ew kesên ku di ber bawerîyên xwe de li zîndana Girava Robben hatibûn girtin.

Roja Şembî Serok Obama bi endamên malbata Mandela re civîya. Rewşa tenduristîya Nelson Mandela pir aloz e û niha li nexweşxana bajarê Pretoria dimîne.
XS
SM
MD
LG