Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

“Zirarê Şerê Sûrîyê 15 Milyar Dollar e”


Wezîrekî hikûmeta Sûrîyê dibêje ku bi sedema du salên şer û pevçûnan bi buhayê 15 milyar dollaran zirar gihiştiye kerta giştî, li gorî ajansa Associated Press.

Wezîrê birêvebirina xwecihî Omer Îbrahîm Xelawnicî roja Yekşemê got ku li Adara 2011’ê heta Adara 2013’ê nêzîkî 9,000 ofîs û avahîyên hikûmetê rastî êrîşan hatin.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan, bi kêmî ve yek milyon Sûrî ji welatê xwe revîne.

Herwiha Neteweyên Yekgirtî radigihîne ku herî kêm 93,000 kes li Sûrîyê hatîne kuştin.
XS
SM
MD
LG