Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Morsî Qayîşê bi Artêşa Misirê re Dikişîne


Serokê Misirê rastî rikberîya opozisyonê tê.
Serokê Misirê rastî rikberîya opozisyonê tê.
Krîza siyasî ya Misirê roja Sêşemê kûrtir bû, piştî gotara serokê welêt Mihemed Morsî li hember hişyarîya artêşê da, ku jê xwestibû ligel xwepêşanderan bigihêje rêkeftinekê jibo parvekirina desthilatê. Protesto careke din li Qahîre û bajarên din lidar dikevin berî Çarşemê ku soza dawî ye ji alîyê artêşê ve û tirs heye ku tundûtûjî zêdetir bibe.

Di ser Qada Tehrîr re, helîkopterên artêşê Misirê li ezmanê Qahîre diçûn û dihatin. Xwepêşandin berfirehtir dibin, opozisyon bi hişyarîya artêşê bi cegertir dibin ku Serok Morsî bigihêje rêkeftineke parvekirina desthilatê.

Serok Morsî daxwaza artêşê red kiriye. Di daxuyanîyeke roja Sêşemê de, wî got ku ewê nehêle demjimêr bi paş de vegere jibo desthilata sivîl.

Tevgera Birayên Misilman anku Îxwan el Muslimîn bang li piştgirên serok kiriye ku dakevin kolanan jibo redkirina xwe li hember çi derbeyeke leşkerî nîşan bibin.

Brîtanya û Almanya xemên Serokê Amerîkî Barack Obama derbarê krîzê roja Sêşemê dubare kirin û banga çareserîyeke aştîyane kirin.

Şirovekar dibêjin ku Misir nuha dikeve qonaxa nenasîyê de. Diyar e ku artêş jî dê derbarê çarenivîsa Serok Morsî di rojên pêş de biryarê bide.

Jibo guhdarîkirina vê raportê bi dengê Sîrwan Qiçço, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:22 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG