Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Misirê Desthilata Mursî Hilweşand


Alîgirên Mihemed Mursî xemgînîya xwe dîyar dikin.
Alîgirên Mihemed Mursî xemgînîya xwe dîyar dikin.
Serokê Artêşa Misirê kar bi destûrê welatî ragirt û ragihand ku serokê dadgeha destûrî yê Misirê wê bibe serokê demkî yê welatî.

Di peyamekê televîzyonê de şeva Çarşemê, fermandarê artêşa Misirî General Xelîl El Sîsî got, artêş daxwaza gelê Misirê bicîh tîne, piştî opozisyona Misirê daxwaz kir ku Mihemed Mursî dest ji serokatîyê berde.

Artêşa Misirî 48 demjimêr molet dabûne Mursî ku kêşeya sîyasî çareser bike yan artêş wê mudaxelê bike.

Mursî yekemîn serokê sîvîl yê Misirê bû û bi hilbijartin bibû serok.
XS
SM
MD
LG