Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Amerîkayê bi Fermî Hate Daxistin


Hikûmeta Amerîkî girtina beşek ji ajansên federalî ragihand, piştî ku herdu encûmenên Kongresê (Civata Nûneran û Senato) nikarîbûn bigihêjin rêkeftinekê berî yekê meha 10’an.

Roja Duşemê, Civata Nûneran ya birêvebirîya Komarîyan sê caran bernivîsek erê kir da ku qanûna saxlemîyê ya bi navê Obamacare tê nasîn hilweşînin. Di her sê caran de Civata Senatoya ya li jêr kontrola Demokratan ew red kir.

Daxistina hikûmetê tê wê wateyê ku piranîya ajans û dezgehên hikûmeta federal dê ji yekê meha dehan de werin girtin. Sedem jî ew e ku butçeyek jibo xercîyên hikûmetê ji alîyê Kongresê ve nehate îmzekirin.

Hêjayî gotinê ye ku ev cara yekê ye di 17 salan de ku hikûmeta Amerîkî tê daxistin. Cara dawî di dema Serokê berê de Bill Clinton hikûmet hatibû daxistin.
XS
SM
MD
LG