Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peyvdarê Parêzgeha Musil Hate Kuştin


Peyvdarê fermî yê parêzgeha Musilê li bakura Îraqê hate kuştin.

Saed Zexlûl roja Duşemê li pêş mala xwe ji layê çekdaran ve hate kuştin, li gorî polîsan.

Zexlûl duwemîn peyvdarê fermî yê parêzgeha Musilê ye ku di demê sê mehan de bihête kuştin.

Di meha Tîrmehê de, peyvdarê fermî yê parêzgeha Musilê Qehtan Samî jî hatibû kuştin.

Di şer û pevçûnekê de her li bajarê Musilê, şeş çekdar û leşkerekî Îraqî hatin kuştin. Herwiha 10 çekdarên din hatin binçavkirin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:01:34 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG