Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Festîvala Navnetewî ya Duhokê bi Dawî Hat


Peyamnêra Dengê Amerîka Hatice Kamer jî di Festîvala Duhokê de beşdar bû.
Peyamnêra Dengê Amerîka Hatice Kamer jî di Festîvala Duhokê de beşdar bû.
Duwemîn Fîlm Festivala Navnetewî ya Duhokê ya k udi 9ê îlonê de destpêkir, 16 mehê êvarê bi seramonîya xelat dayînê bi dawî hat.

Fîlmê Hiner Salem yê My Sweet Paperland xelata Baştirîn Fîlmê Kurdî wergirt.

Fîlmê Hîşam Zaman yê Beriya Berf Barînê jî xelata Bajarê Duhokê wergirt.

Herwiha xelata Baştirîn Dokumanter Fîlmê jî di nav fîlmê Mêşvan yê Mano Xelîl û fîlmê 1001 Sêv yê Taha Kerîmî de hat parî kirin.

Xwedîyê Mîtos Fîlmê Mehmet Aktaş ku yek ji rêvebirê festîvala Duhokê ye, ji Dengê Amerîka re destnîşan kir sinema cîhanê û ya Kurdî du beşên taybet yên festîvalê bûn. Herwiha ji 42 welatan fîlim beşdar bûn. Wî got bi giştî cî dane sinemaya hunerî û hewil dane ku ji her çar parçê Kurdîstanê fîim çêkeran bînin ba hev.

Birêz Aktaş dîyar kir eleqa temaşevanan gelek zede bû û heta dehê şeve fîliman erz kirine. Herwiha bi rêya vê festîvalê xwestekek xelkê herêmê çêbûye jibo huner û sinemayê.Wî got festîval hewil da ku bi standrda cîhanî tevbigere.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:04 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG