Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Huner Selîm Televizyonên Kurdî Rexne Dike


Huner Selim
Huner Selim
Jibo beşdarê 2emîn Fîlim Festîvala Duhokê bibin bi dehan derhênerên Kurd jî amade bûn. Yek ji wan derhêneran Huner Salîm bû. Fîlmê Huner Selîm, My Sweet Pepperland, di festîvalê de, di beşên Baştirîn Fîlim, Baştirîn Senaryo û Baştirîn Aktrist de 3 xelatan wergirt.

Berîya xelatkirina fîlmê Huner Selîm jibo Dengê Amerîka destnîşan kir herdem peywendîyek taybet heye di gel nav gel û welat de û taybetmendiya Festivala Duhokê jibo wî cuda ye. Derhênerê Kurd got festîval xêra civakî û kulturî tîne jibo bajêr.

Birêz Selîm got di deh salên dawî de diwarên tirsê hilweşîyan û sinema dereng gihîşte Kurdan. Wî got “ Ev ev huner jibo Kurdan tişteke nûh e. Kurd pir fîlman çêdikin lê fîlmên baş kêm in lê ez jibo dahatûya sinemaya Kurdî geşbîn im.”

Derhênerê Kurd televizyonên Kurdî rexne kir da ku çima cî nadin sinemaya Kurdî.
“Nakeve aqilê mirovan ku miletek ( Kurd) xwedîyê 40 kanalên televizyonê bin û di yekê de jî fîlmên Kurdî neyê nişandan.Lê heman televizyona serîalên Tirkî nişan didin.”

Huner Selîm di dewamîyê de got “Eger televizyonên Kurdî fîlmên Kurdî nişan nedin, bazara fîlmên Kurdî jî çênabe û sinema Kurdî jî bipêş nakeve. Jibo geşbûna sinemayê û hunerên din, divê sîyaseteka kulturî ya hikûmetê hebe herwiha divê hikumet şertan deyne ser televizyonên Kurdî da ku cî bidin sinemaya Kurdî.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:07:57 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG