Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rejîma Sûrî: Cîhadî Berpirs in Hemberî Belavbûna Polio


Wezîreke hikûmeta Sûrî dibêje ku çekdarên biyanî, ku jibo cîhadê hatîne Sûriyê, berpirs in hemberî belavbûna nexweşiya Polio (Felciya Zarokan) li wî welatî.

Di hevpeyvînekê de bi ajansa Associated Press re roja Yekşemê, Wezîra Karên Civakî Kindeh El-Şemmat got ku “cîhadiyên Pakistanî vîrusa Polio bi xwe re anîn Sûriyê.”

Lê belê wezîra Sûriyê çi belgeh jibo piştrastkirina îdîaya xwe eşkere nekir.

Li heftiya bihurî, Neteweyên Yekbûyî ragihand ku 10 kes li bakura rojhilata Sûriyê tûşî nexweşiya Polio bûne.

Heta îro nexweşiya Polio li Pakistan û du welatên din belav e.
XS
SM
MD
LG