Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurd Nîgeran in Hemberî Belavbûna Nexweşiya Polio


Doktor vaksîna nexweşiya Polio dide zarokên penaber yên Sûrî.
Doktor vaksîna nexweşiya Polio dide zarokên penaber yên Sûrî.
Piştî belavbûna felciya zarokan (Polio) li Sûriyê, Kurd nîgeran in ku ew nexweşî li Herêma Kurdistana Sûriyê jî belav bibe.

Li meha bihurî, Rêxstina Tenduristî ya Cîhanê (WHO) piştrast kir ku nexweşiya Polio li parêzgeha Dîr El Zor ya hevsînor ligel herêma Kurdistanê belav bûye.

Rêxistina Heyva Sor ya Kurdî nîgeraniya xwe ragihand ku gelek Ereb ji Dîr El Zor direvin û diçin herêma Kurdistanê û dibe ku Polio li bajarên Kurdan jî belav bibe.

Neteweyên Yekbûyî kampêna vaksînkirina zarokan li Sûriyê destpê kir, lê belê zarokên bajarên Kurdan nahên vaksîn kirin.

Karbidest dibêjin ku vîrusa Polio li Pakistanê hatiye Sûriyê.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:43 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG