Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Barzanî: Kurdistan Bûye Sentereke Bazirganî li Cîhanê


Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Îraqê Nêcîrvan Barzanî dibêje ku pêgeha Herêma Kurdistanê gelek girîng e di nexşeya enerjî ya cîhanê de.

Di konfernaseke taybet bi neft û enerjiya Kurdistana Îraqê roja Duşemê li Hewlêrê, birêz Barzanî eşkere kir ku nefta yedek ya Herêma Kurdistanê 45 milyar bermîl e û Kurdistan xwedan 3 heta 6 trilyon metir sê-ca gaza xwezayî ye.

Birêz Barzanî herwiha got ku Herêma Kurdistanê îro bûye sentereke bazirganî ya cîhanê.

Her di wê konferansê de, Wezîrê Enerjî yê Tirkiyê Taner Yildiz got ku Enqere her pêgîr e bi girêbestên xwe yên neftê bi Herêma Kurdistanê re, lê belê hêvîdar e ku hinarteya nefta Herêma Kurdistanê bi “mekanîsmeke sê-alî be” li navbera hikûmetên Eneqere, Hewlêr û Bexdayê.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:27 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG