Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêjeya Dirava Biyanî li Misirê Dîsa Dadikeve


Banka Navendî ya Misirê ragihand ku rêjeya diravên biyanî careke din daketîye. Li gorî bank, ew rêje li dawîya meha 11’ê li 17.76 milyar dolar rawestî.

Ev jimara herî dawî îro Yekşemê li ser malpera bankê hate weşandin. Ji Tîrmeha bûrî de ev cara sêyem li ser hev ku rêjeya diravî dadikeve.

Bankê sedema vê daketina herî dawî neda xuya kirin. Lê di sê salên dawî de ji pirsgirêkên siyasî li Misirê, turîzm gelek ziyan dîtîye. Li Misirê turîzm jêdera herî zêde ye ku têde Misir dirava biyanî werdigire.
XS
SM
MD
LG