Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Thailand'ê Tundûtûjî


Karbidest li Thailand dibêjin, kesek hate kuştin û sê kesên din li Bangkoka paytext roja Şemîyê birîndar bûn, dema ku bi kêmî çekdarekî teqe li komeke xwenîşanderên dijî hikûmetê kir.

Li cihekî din, xwenîşanderan rê li ber berbijaran girtin ku xwe jibo hilbijartinên bê tomar bikin.

Hinek dîdevan dibêjin ku teqe ji trimbêlekê hatin, ku bi alîyê xwenîşanderên li nêzîk Avahîya Hikûmetê ji bi şevê de rûniştî bûn. Polîsan nasnameya êrîşbiran eşkere nekiriye.

Li cihekî din, xwenîşanderan jimareke cihên tomarkirina berbijaran dorpêç kirin û zor li karbidestên hilbijartinan kirin ku prosesê li çend parêzgehên welêt rawestînin.

Di pêşketineke din de, Serek Erkanê artêşa Thailandê General Prayuth Chan Ocah got, “derîyê derbeyeke leşkerî ne vekirî ye, ne jî girtî ye.” Wî herwiha daxwaz ji xelkê kir ku nema ji artêşê bixwazin alîyekî di vê kêşebarîya nexweş de bigirin.
XS
SM
MD
LG