Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Sudana Başûr û Serhilda Îro Dicivin


Li Sudana Başûr, alîyên ku dijî hevdu şer dikin îro Çarşemê li Etopya ya cîran kom dibin ku dawî li tundîya heyî bînin.

Di tundûtûjîyan de ku çend hefte ne berewam dikin, pirtir ji 1000 kes hatibûn kuştin.

Serokwezîrê Etopya Hailemariam Desalegn wê navbeynkarîya danûstandinan bike, di navbera nûnerên Serokê Sudana Başûr Salva Kiir û yên rêberê serhilda Riek Machar de.

Amerîka bi erênî pêşwazî li danûstandinan kir û dubare bang kir ku şer were rawestandin.

Berdevka Civata Ewlekarî ya Amerîkî Caitlin Hayden got, Amerîka dê alîkarîya wan kesan neke ku dixwazin bi zorê desthilatê kontrol bikin.
XS
SM
MD
LG