Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûnerên Hikûmet û Opozisyona Sudana Başûr li Etyopyayê Dicivin


Nûnerên herdu alîyên dijber yên Sudana Başûr li Etyopyayê jibo danûstandinan lihev civîyan, piştî çend hefteyên tundûtûjîyê ku di encama wê de bêtirî 1000 kes hatin kuştin.

Nûnerên Serok Salva Kiir û rêberê serhildayan Riek Machar roja Çarşemê gihiştin Addis Ababa, paytexta Etyopyayê.

Nûçegihana Dengê Amerîka Martha van der Wolf ya ku ligel nûneran axivî ye, dibêje, ewê gotûbêj roja Pêncşemê destpê bikin.

Li her roja Çarşemê, pevçûnên nû li navbera hêzên hikûmetê û çekdarên serhildayan li bajarê Bor, paytexta wîlayeta Jonglei li Sudana Başûr derketin. Bi peyamekê li ser malpera Twitter, hikûmetê got ku beşek ji hêzên wê ji bajarê Bor vekêşîyane, lê hîn şer li derdora bajêr berdewam bû.

Serok Salva Kiir rewşa awarte li wîlayeta Jonglei û ya Yekîtî ragihandîye.
XS
SM
MD
LG