Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê Opozisyona Ukranyayê Rastî Lêdanê Tê


Wezîrê berê yê hundir li Ukranya û rêberê nuha yê opozisyonê Yurliy Lutsenko li nexweşxaneyê tê dermankirin, piştî ku ji alîyê polîsan ve lêdan li hember wî hate kirin, di encama pevçûnên navbera xwenîşanderên ser bi Yekîtîya Ewropa û polîsan de.

Ew bûyer derengî Înîyê pêk hat, piştî ku dadgehekê li Kyêva paytext şeş sal zindan li sê kesan birî, jibo plankirina teqandina pûtê dameznêrê Yekîtîya Sovyêtê Vladimir Putin li sala 2011’ê.

Raportên nûçeyên xwecihî li Ukranya wêneyên xwenîşanderan derxistin, ku di nav wan de Lutsenko, yê ku ji derbek di serî de xwariye.

Xwenîşanderên dijî hikûmetê ji Novembera bûrî de daketine kolanên Kyêv û bajarên din yên Ukranyayê, dema ku Serok Viktor Yanukovych jinîşkave hewlesta xwe guhert û red kir ku peymaneke bazirganî ligel Yekîtîya Ewropayê îmze bike, li şûna wê biryar stand ku peywendîyên xwe ligel Rûsya bihêztir bike.

Xwenîşander bang li hikûmetê dikin ku soza xwe bicî bîne û peymana ligel YE îmze bike.
XS
SM
MD
LG