Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwezgînî Hat Dîyarbekirê


Şaliko Bêkes
Şaliko Bêkes
Lîstika şanoyê ya komedî ya bi navê Xwezgînî li Dîyarbekirê hat lîstin. Derhênerê Xwezginiyê, Kurdê Gurcistanî Şaliko Bêkes e.

Lîstik bi hevkarîya Şanoya Şaredarîya Bajarê Mezin ya Dîyarbekirê hat amade kir.
Lîstika xwezgînî ji sê kesan pêk tê û li ser meselya evîndariya keçeka dewlemend û xortekî feqîryê bêkes hatiye nivîsandin.

Promîyera lîstika Xwezgînî ya komedî 27ê Kanûnê de hat kirin lê jiber ku temaşevanên şanoyê lîstikê gelek ecibandin, Xwezgînî heftê carek li hola şanoya şaredarîyê tê lîsitin.

Şalîko Bêkes got ew dixwaze beje ku lîstik ne derheqê hizkirinê de ye, jiber ku pirsgirêkên civakî û aborî derdixe pêş lê hizkirina di nav lîstikê de, weke şopeke xwe digihine kesayetîyên îdîal.

Birêz Bêkes diyar kir heyala wî ya mezin ew bû ku beriya bimre, Kurdistanê bi çavê xwe bibine û li wir listike şanoyê bilîze.

please wait

No media source currently available

0:00 0:07:02 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG