Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Opozisyona Ukranya: Ti Pêşketin di Gotûbêjên ligel Serok de Tune ne


Rêberên opozisyona Ukranî dibêjin, Serok Viktor Yanukovych roja Çarşemê nikarîbû bi awayekî erênî bersiva daxwazên wan bide, û wan hişyarîya kempeyneke opozisyonê da eger serok di gera duwem ji gotûbêjan li roja Pêncşemê daxwazên wan pêk neyîne.

Li Kyêvê, rêberê opozisyonê Arseniy Yatseniuk ji komeke piştgirên xwe re got ku “me 24 demjimêr man ku em bi vê rêkê de biçin.” Wî herwiha hişyarî da ku “emê sibe bihevre meşê li pêş bixin” eger serok dawîyê li tepeserkirina hikûmetê neyîne ku di encama wê de sê xwenîşander roja Çarşemê li Qada Serxwebûnê hatin kuştin.

Siyasetmedarê opozisyonê Vitaly Klitschko, yê ku berê lîstikvanê boksîng bû, li rex Yatseniuk rawestî û ji xelkê re soz da ku her tiştî bike da ku dawîyê li tundûtûjîyê bîne û krîza siyasî ya ev bûye du meh dirêj kiriye çareser bike.

Wexteke zûtir roja Çarşemê, desthilatdarên Ukarnî gotin ku sê xwenîşanderên dijî hikûmetê hatin di pevçûnên ligel polîs de hatin kuştin. Du ji wan jiber birînên guleyan û yek jî jiber ketinê.

Li Washington, berdevkeke Wezareta Derve ya Amerîkî tundûtûjîya vê dawîyê li Ukranya şermezar kir û got ku rêvebirîya Obama sizayên dijî hikûmetê dide ber çavan, eger Serok Yanukovych “nikaribe parastina mafên demokratîk jibo hemû gelê Ukranî bike, di nav de mafê xwepêşandina aştîyane.”
XS
SM
MD
LG