Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Filîpîn û Serhildayên Misilman Digihêjin Peymaneke Aştîyê


Hikûmeta Filîpîn û mezintirîn koma serhilayên Misiliman li welêt roja Şemîyê danûstandin bidawî kirin, jibo bidawîanîna şerê ev çil sal dirêj kiriye.

Di encama wî şerî de bi deh hezaran xelk hatine kuştin û Îslama tundrê li herêma Başûr rojhilata Asya xurtir bûye.

Peymana di navbera berpirsên danûstandinê yê Filîpînî û Bereya Moro ya Rizgarîya Îslamî banga otonomîyê jibo Misilimanên li başûrê Filîpînê dike. Li hember wê yekê, ewê serhilda hêza xwe rawestînin. Hebûna leşkerî li vê herêma serbixwe ya pêşniyarkirî dê were qedexekirin.

Karbidestên herdu alîyan dawîhatina gotûbêjan li paytexta Malîzya, Kuala Lampur kirin. Malîzya navberîya wan danûstandinan kiriye.

Ev peyman û sê rêkeftinên din ku sala bûrî hatibûn îmzekirin, bihevre dibin peymaneke dûmahîk ya aştîyê ku dibe meha bê li paytexta Filîpînê, Manila were îmzekirin.

Ji bilî koma Bereya Moro ya Rizgarîya Îslamî, bi kêmî çar grupên din yên serhildayên Misliman hene ku hîn şer li herêma Mindanao ya başûrê welêt li dijî desthilatdarîya Manila berdewam dikin. Dibe ku ev fakter jî kartêkirinê li peymana aştîyê bike.
XS
SM
MD
LG