Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry ligel Opozisyona Ukranyayê Kom Dibe


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry ligel sê rêberên opozisyona Ukranyayê li Almanya kom bû, piştî pevguhertina gotinên tûj ligel Rûsya derbarê paşeroja komara berê ya Sovyêtê.

Birêz Kerry roja Şemîyê ligel Arseniy Yatsenyuk, Vitali Klitschko û Petro Poroshenko li rex Konferansa Munîx ya Ewlekarîyê civîya.

Rêberê opozisyonê Arseniey Yatsenyuk got ku ew rêzê li hewildanên rêvebirîya Amerîka dikin jibo piştgirîya demokrasîyê li Ukranya.

Xwepêşandinên Ukranyayê li Novembera bûrî destpê kirin piştî ku Serok Viktor Yanukovych ji ser îmzekirina peymaneke barziganî ligel Yekîtîya Ewropa vegerîya û li şûna wê xwe nêzîktirî Rûsya kir.

Li roja Înîyê, Serok Yanukovych qanûnek îmze kir tê de lêxweşbûnê dide xwenîşanderên li dema protestoyên dijî hikûmetê hatibûn girtin. Lê rêberên opozisyonê ev gav red kirin, jiber ku qanûn dê bicî were tenê eger xwenîşanderên din avahîyên hikûmetê ku destên xwe danîne ser, vala bikin.

Birêz Yanukovych roja Pêncşemê daxuyanîyek derxist tê de rêberên opozisyonê bi zêdekirina krîza siyasî tawanbar kir û got ku hikûmetê hemû erkên xwe pêk anîne da ku dawîyê li krîzê were.
XS
SM
MD
LG