Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cîhad Salih: Hikûmeta Sûrî bi Nedana Çekên Kîmyawî Demê Dikere


Jehad Salih
Jehad Salih
Biryar bû hikûmeta Sûrîyê hemû çekên xwe yên kîmyawî li roja 5ê Sibatê radestî Amerîka bikira, da ku li nav deryayê hatibana hilanîn. Lê Hikûmeta Sûrî roja Çarşemê ragihand ku wê nikarîbû her tiştî di vê demê de radest bike.

Amerîka û hinek welatên din yên Rojava nerazîbûna xwe hember vê gava rejîma Sûrî nîşan dan û gotin ku hikûmeta Esed ne cidî ye ku çekên xwe yên kîmyawî nede dest pisporên navneteweyî, lê Rûsya got ku hinek pirsgirêkên teknîkî hene li pêş nepêkanîna sozê ji alîyê hikûmeta Sûrî.

Di vê derbarê de, rojnamevan Cîhad Salih ji Washington dibêje ku rejîma Sûrî dixwaze demê bikere da ku karibe rewşa xwe ya navxweyî serast bike.

Di hevpeyvîna ligel Dengê Amerîka de, birêz Salih herwiha got ku Esed û rejîma xwe ticarî ne cidî bûn ku çekan bi hêsanî radestî civaka navneteweyî bikin.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:07:14 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG