Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Olîmpîyata Zivistanê li Sochi Destpê Dibin


Merasîma vekirina Olîmpîyata 2014 li bajarê Sochi ya Rûsya destpê kir. Bi vî awayî Lîstinên Zivistanê yên Sochi jî bi fermî destpê bûn.

Stadyuma Olîmpîk ya Fisht ku 40.000 kursî lê hene taybet jibo Lîstinên Sochi hate ava kirin.

Pirtir ji serok û serokwezîrên pirtir ji 40 welat û sazîyên cîhanê di seremonîya vekirinê de hazir bûn ku di nav wan de Serokê Rûsya Vladimir Putin û Sekreterê Giştî yê NY Ban Ki-moon jî hene.

Lê, Serokê Amerîka Barack Obama û çend rêberên Yekîtîya Ewropa di merasîmê de amade nebûn.

Rûsya rastî rexneyên hatibû, bi sedema ku wê qanûnek derbaz kiribû ku rê li ber belavbûna propaganda homoseksuelî bigire.

Hêjayî gotinê ye sporvanên 88 welatên cîhanê, ku pêşbirkê de cîh bigirin, ber bi stadyumê ve dimeşin.
XS
SM
MD
LG