Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Samî Tan: Divê Zimanê Kurdî Bibe Xwedî Statuyeke Qanûnî


Endamên Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî (TZP) di rêçûyîneke de daxwaz dikin ku zimanê Kurdî jî wekî Tirkî bibe zimanê fermî
Endamên Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî (TZP) di rêçûyîneke de daxwaz dikin ku zimanê Kurdî jî wekî Tirkî bibe zimanê fermî
Hevserokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Samî Tan bi minasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî ji Dengê Amerîka re peyîvî.

Birêz Tan got, ‘Divê zimanê Kurdî li Tirkîyê bibe xwedî statuyeke yasayî’.

“Pergala Tirkîyê heta niha yekdengî û yekrengî li civakê ferz kiriye. Lê, têkoşîna Kurdan li dijî vê ye, lewma divê ew jî çand û zimanê xwe bidin jîyandin û fêr kirin.”

Zimanzan Tan pêdivîya statubûn û misogerkirina bi qanûnan ya zimanê dayikê bi bîr xist. Wî hin gavên li Tirkîyê jibo perwerdehî û weşana Kurdî hatine avêtin, rexne kir, bi sedema ku ew ne ji dil in.

Samî Tan herwiha bal kişand ku divê dewlet destê xwe ji perwerdeya zimên bikşîne. “Lazim e rêvebirîyên heremî li gor rengên civakên xwe sîstema perwerdê ava bikin.”

Tan, li ser çalakî û bernameyên vê roja taybet dîyar kir ku rojên wiha derfeta hişyarîyekê li nav gel çêdikin.

Tan dîyar kir ku Enstîtuya Kurdî ku li sala 1992’yan ava bûye, mîsyona xwe bi cî anîye û niha jî xebatên xwe yên lêkolîn û perwerdê didomîne.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:31 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG