Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Selam Huseyîn: Bi Xêra Dersên Kurdî Zarok Pirtir Heweskar in


21’ê Sîbatê li seranser cîhanê wekî ”Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî” tê pîroz kirin.

Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî ji alîyê UNESCO ve di 17’ê Mijdar a 1999’an hate ragihandin.

Bi wê biryarê, armanca UNESCO balkişandina girîngîya pirçandî û pirzimanî li seranser cîhanê bû.

Li Kurdistana Sûrîyê ku Kurd xwe xwe rêve dibin, bi gelek çalakî û programan vê rojê pîroz dikin.

Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de, endamê Rêvebirîya Zimanê Kurd ya Kantona Efrînê û mamostayê zimanê Kurdî Selam Huseyîn ser rewşa zimanê Kurdî li Kantona Kobanê dipeyîve.

Birêz Huseyîn dibêje, bi xêra xebata Sazîya Zimên bi sedan mamosteyên Kurdî hatine perwerde kirin ku niha dersan didin.

Huseyîn dîyar dike bi xêra dersên Kurdî zarok pirtir heweskar in ku herine dibistanan.

"Li gundên ku dersên Kurdî nayên dayîn, zarok naxwazin herin dibistanan. Dê û bav jî gelek şa dibin ku zarokên wan bi zimanê wan yê dayikê perwerde dibin.",


please wait

No media source currently available

0:00 0:07:55 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG