Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Hizra Tevlîbûna Yekêtîya Ewropa dike


Serokê demî yê Ukrayna: Welat wê hizra xwe deyne ser tevlîbûna digel Yekêtîya Ewropa.

Rûdan li Ukrayna gelek bilez bûn. Xwepêşanderên bi piştevanîya Rojava û dijî serok Viktor Yanukovych gîhan armancê û ew ne bes ji desthelatê derxistin belku serokê demkî Oleksandr Turchynov fermana girtina wî jî daye û dadgehkirina wî bi tawana kuştina xwepêşanderan.

Serokê nû dibêje, welat wê hizra xwe deyne ser tevlîbûna digel Yekêtîya Ewropa. Rûsya jî gazî balyozê xwe li Kyîv kirîye jibo şêwirê.

Di hevpeyvînekê de digel Dengê Amerîka, Kamîl Şedadî rojnamevanekê Kurd li Moscow got, rêberên nû li Ukrayna giringîya aborî ya Rûsya ji welatê xwe re nas dikin, lewan ew bi yekcarî pişta xwe nadin Rûsya.

Jibo guhdarîkrina hevpeyvîna Dexîlê Şemo digel Kamîl Şedadî vî failê deng dagire;

Hvepeyvîn digel Kamîl Şedadî
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:46 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG