Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sekreterê Yekîtî Şêx Alî Şerê Sûrîyê û Rewşa Rojava Dinirxîne


Sekreterê Partîya Yekîtîya Demokrat a Kurd li Sûrîyê (PYDKS) Muhyeddîn Şêx Alî li ser jimareke mijarên girîng bersîva pirsên Dengê Amerîka dide.

Şêx Alî
di salvegera sisêyan ya şerê navxweyî de krîza Sûrîyê dinirxîne û agahîyên fireh li ser Rojava dide.

Birêz Şêx Alî dibêje, bûye sê sal ku şer li Sûrîyê didome û niha rewşa tevlihev e û ser û bin bûye.

"Di destpêkê de rabûn û serhildana gelê Sûrîyê hember rejîma Baas ya dîktator aştîyane bû. Lê, hin opozîsyona Sûrî lezandin û bê mesulane berê xwe dan derve û derbazî şerê çekdarî bûn."


Şêx Alî dibêje, çawa ku rejîma Baas 50 sal in li ser Kurdan hikum dike û dixwest Kurdan bike Ereb, niha jî hinek ji opozîsyona Sûrî bi heman pozbilindî li Kurdan dinêre.

"Hin hêzên opozîsyonê bi
quretî û ji Kurdan re dibêjin ne dem e ku hun qala mafên xwe bikin. Hin hêzên opozîsyonê li ser navê Îslamê dixwazin hêrêmên Kurdan vala bikin û sîyaseta Baas rêve dibin."

Sîyasetvanê Kurd dîyar dike ku hêrêmên Kurdî jibo tevahîya Sûrîyê bûye bingeha demokrasî, wekhevî û aştî loma jî gelek koçberên Ereb, Mesîhî, Alewî û Durzî hatine nav Kurdan.


Şêx Alî di dawîya gotinên xwe de dide zanîn ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bergirî li herêmên Kurdan dike û ew hêza hemî Kurdên Sûrîyê ye.

please wait

No media source currently available

0:00 0:11:44 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG