Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtîya Ewropa Hazirîya Pirtir Toleyan ser Rûsya Dike


Yekîtîya Ewropa hazirî dike ku ceza û toleyên aborî li ser Rûsya zêde bike, piştî ku Moskow biryar da ku Kirim bike beşeke xwe.

Serokwezîra Almanya Angela Merkel ser wê mijarê li parlemana welatê xwe peyîvî.
Merkel got, YE amadekarî dike ku tedbîrên “Asta 3” li hember Rûsya cîh bîne ku cezayên aborî jî pişkek wan toleyan e.

Yekîtîya Ewropa berî demeke kin biryar girtibû qedexeya rêwitî liser karbidestên Rûsî danabû ku mulkê wan cemidandibû.

Moskow do Çarşemê peymanek ligel karbidestên xwecîhî îmza kiribû ku Kirim bi fermî dike axa Rûsya.

Amerîka û Yekîtîya Ewropa ragihandibû ku referanduma Kirimê neqanunî ye û binpêkirina zagonên navnetewî ye.
XS
SM
MD
LG