Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Naveroka Serdana Obama ye jibo Ewropayê


Susan Rice: Cîhan dê bibîne ka çewa Rûsya pêtir û pêtir ji cîhanê veder dibe.

Seraya Spî radigihîne ku rewşa Ukrayna wê babeta sereke yê danûstandinên serok Barack Obama be li serdana wî ya heftîya bê li Ewropayê.

Şîretvana Parastina Niştimanîya Amerîka xanim Susan Rice gote rojnamevanan, naveroka serdana serokî dê jibo bihêzkirina dostanîya Amerîka be ligel hevpeymanan, NATO, Yekîtîya Ewropî û komela G7.

Birêz Rice got, girtina Kirim ji alîyê Rûsyayê ve qonaxeke binemaye jibo pêdaçûnê bi ser têkelîyên Amerîka û Rûsya. Wê got, cîhan dê bibîne ka çewa Rûsya pêtir û pêtir ji cîhanê veder dibe.
XS
SM
MD
LG