Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hefteyekê Berî Hilbijartinan Talîban Êrîşên Xwe li Afganistanê Tundtir Dike


Karbidestên Afganistanê dibêjin, mîlîtanan êrîşî Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinan li Kabula paytext kirine.

Cîgirê berdevkekî wezareta hundir, Necîb Danîş ji Dengê Amerîka re got ku xirabkaran êrîşa xwe vê Şemîyê danê sibehê li ser navenda hilbijartinan ji maleke nêzîkî wê destpê kirin.

Dîdevan dibêjin, wan dengê çend teqîn û teqelêdanê li ba cihê hilbijartinê bihîstin.
Ti agahîyên demûdest li ser derketina qurbanîyan tune ne.

Ev êrîş ya herî dawî ye ji zincîre êrîşên ku grûpa Talîban soz daye pêk bîne da ku hilbijartinên serokatîyê hefteya bê têk bibin.
XS
SM
MD
LG