Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye jibo Hilbijartinan Amade ye


Amadekarîyên hilbijartinên herêmî yên dîyarkirina şaredarên nû li bajar û bajarokên Tirkiyê roja Şemiyê bi dawî bûn.

Jibo aramiya dengdanê gelek tedbîrên ewlehiyê hatin girtin ku tenê li Stenbolê 39 hezar polîs jibo hilbijartinê kar dikin.

Li gor rêziknameya hilbijartinên 30’ê Adarê yên 2014’an qedexeyên hilbijartinê wê ji roja Şemiyê heta dawîbûna dengdanê berdewam bin.

Desteya Bilind ya Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) dîyar kir, êdî ti partî û namzed nikarin propagandayê bikin, reklam û afîşên xwe belav bikin û di medyayê de daxwaza dengan bikin.

19 partî ligel bi hezaran namzedên xwe beşadarî hilbijartinên Tirkiyê dibin. Mafê 48 milyon û 6 hezar û 651 hilbijêran heye, li 177 hezar û 50 sindoqan dengên xwe bidin.

Dengdan roja Yekşemê li bajarên rojavayê Tirkiyê li saet 8’ê beyanîyê heta 17’ê êvarê, li bajarên Kurdan û rojhilatê Tirkiyê jî li saet 7’ê sibê destpê dike heta saet 16’ê paşnîvro berdewam dike.

Bêtir agahî derbarê hilbijartinên Tirkîyê di vê raportê de.
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:41 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG