Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hinek Leşkerên Rûsya ji Devera Sînorê ligel Ukrayna Vedikişin


Rûsya roja Duşemê hinek leşkerên xwe ji ser sînorê Ukrayna vekişand, li dema xwe serokwezîrê xwe şand herêma Kirim ya ku nû li xwe zêde kiriye.

Hûrgilî derbarê prosesa vekêşana hêzên Rûs do Duşemê xuya nekirin, lê karbidestên Rûsya û Ukrayna jî pênasîn kirin ku hinek leşker ji devera sînorî hatibûn vekişandin. Desthilatdarên Rûsya behsa vekêşana balalyoneke kirin. Balalyon bi xwe yekîneyeke leşkerî ye ku ji 400 heta 500 leşkerî pêk tê. Karbidestên Amerîkî texmîn dikin ku Mosko dora 40 hezar leşkerên xwe şandiye wê herêmê.

Hemdem, Serokwezîrê Rûsya Dmitri Medvedev serkêşiya şandeke wezîrên hikûmeta xwe kir jibo serdana nîvgirava Kirimê ku destpêka meha Adarê hêzên Rûsya ji Ukrayna dager kiribûn.

Li paytexta Ukrayna, Kyêv, desthilatdaran ew serdan şermezar kirin û ew wekî binpêkirina protokola diplomatîk binav kirin. Wezareta Derve ya Ukraynayê herwisa peyameke fermî şand ku tê de serdana serokwezîrê Rûsya bo “herêma dewleteke din”, protesto kir.

Wezareta Derve ya Amerîka bi haydarî bersiva vekêşana hêzên Rûs ji ser sînor da. Daxuyanîyek wezaretê got, eger raportên derbarê prosesa vekêşanê rast bin, ewê ev gav gaveke baş be wekî destpêk. Wê herwiha bang li Mosko kir ku prosesa vekêşanê bileztir bike.
XS
SM
MD
LG