Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nerazîbûnên ser Encamên Hilbijartinê Zêde Dibin


Tevî ku ser hilbijartinê sê roj derbaz bûn, nerazîbûnên ji sedema encaman her diçe zêdetir dibin.

Li qazayên Ruha’yê Wêranşar û Bozova’yê Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) ser ket, lê AKP encamê îtîraz kir.

Herwiha li Ceylanpinar Bîrecîkê jî AKP li pêş e, lê BDP dibêje AKP hîleyan kirîye lewma li navçeyan protesto hene.

Dîsa, li navçeya Qaxizman a Qersê, Exlat a Bedlîsê BDP li pêş bû, lê AKP’ê ji encamê îtîraz kir. Li navçeya Hezo (Kozlu) ya Êlihê (Batman) jî BDP encamê îtîraz kir.

Li Akdenîz a Mêrsîn’ê jî BDP li pêş bû, lê CHP encamê îtîraz kir. Kurdên ku li navçeya Akdenîz’ê ne ji dohî vir ve li ber avahîya YSK ne.

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş di derbarê rewşê de daxuyanîyeke nivîskî belav kir.

Birêz Demîrtaş destnîşan kir ewê li hember van hewildanên ku serkeftina gel tehamul nake, bêdeng neminin.

Demîrtaş got, gel li îrada xwe xwedî derdikeve û ev helwest jî di cî de ye.

Komeleyên Civakên Kurdistanê (KCK) jî li ser vê mijarê daxuyanîyek belav kir.

KCK’ê got, li cihên di hilbijartinan de ferq kême dixwazin AKP’ê ser bixwin û li cihên ku ev ferq lê zêde ye jî hewil didin ku dengên BDP’ê kêm bikin.

Hevserokatîya KCK’ê bang kir û got, divê gel hember van êrîşan bêdeng nemine ku dixwaze serkeftina BDP’ê û îradeya gel bişkî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:36 0:00
Direct link

ne.
XS
SM
MD
LG