Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Hilbijartinan Serokê Afganî Pesnê Hevwelatîyan Dide


Serokê Afganistanê Hamid Karzai pesnê hevwelatîyên welatê xwe de yên ku tevî gefeyên terorîst yên Talîbanê bi jimarên mezin derketin da ku dengên xwe di hilbijartinên serokatîyê de bidin.

Birêz Karzai got ku beşdarîya hevwelatîyan di sindoqên dengdanê de, “hişt ku welatê xwe yê şêrîn serbilind û serkeftî be”, li gorî gotinên wî.

Beşdariya xelkê li hilbijartinên roja Şemîyê gelekî bilind bû, heta radeyekê ku formên dengdanê li gelek navendan hatin qedandin. Ev hilbijartin yên yekem in jibo veguhestina demokratîk ya desthilatê.

Nûnerê taybet yê NY bo Afganistanê Jan Kubis pesnê dengdarên Afganî da, jiber wan dengên xwe da tevî gefeyên xirabkar û terorîstan.

Serokê Amerîka Barack Obama jî daxuyanîyeke derxist, tê de bi milyonan hevwelatîyên Afganî pîroz kir. Obama ev hilbijartin wekî dîrokî binav kir.

Encamên sereke yên hilbijartinan vê mehê derdikevin, lê ya herî dawî li 14’ê Gulanê xuya dike.
XS
SM
MD
LG