Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Tûnis: Amerîka Alîkarîyê Dide Me


Serokwezîrê nû yê Tûnisê dibêje, Amerîka dê rahênan û alîkarîya ewlekarî pêşkêşî hêzên Tûnisî bike. Ji bilê wê jî, dê herwiha qerzên nû bide jibo alîkarîya avakirin û vegerîna aramîyê li vî welatê Bakurê Afrîkayê.

Serokwezîr Mehdî Cuma îro Yekşemê ji geştekê bo Washington vegerîya ku tê de ligel Serokê Amerîkayî Barack Obama civîyabû. Birêz Cuma li balefirgeha Tûnis gote rojnamevanan ku herdu welatan plan kirine “hevkarîya xwe jibo şerê terorîzmê bilind bikin.”

Birêz Cuma herwiha got ku Amerîka 500 milyon wekî qerz pêşkêşî Tûnisê kir û hişyarîyeke Wezareta Derve ya jibo neçûna Tûnisê rahişt. Serokwezîrê Tûnisê got ku ev gav peyameke bihêz e jibo bawerîyê bixe nav weberhênan ku careke din vegerin karên xwe li Tûnisê bikin.

Ji dema ku Serokê berê Zeyn el Abedîn Ben Elî li destpêka 2011’ê ji desthilatê hatiye avêtin, Tûnis rastî tundûtûjî û nearamîya siyasî hatiye.
XS
SM
MD
LG