Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilbijartinên Serokatîyê li Afganistanê: Serkeftî Bûn Yan Na?


Dengên hevwelatîyên li Afganistanê nuha têne jimartin piştî hilbijartinekê ku wekî serkeftî hate dîtin. Bi kêmî 7 milyon kesan beşdarî li dengdanê kirin, tevî gefeyên kuştinê ji alîyê grûpa Talîbanê ve.

Nuha şirovekar ji nêzîkayî ve dişopînin ka ewê çawa deng werin jimarin û gelo ewê sextekarî ziyanê bigihîne encamên hilbijartinê.

Dibe ku çend hefte derbas bibin heta ku encamên hilbijartinê bi fermî werin ragihandin.
Nîşanên destpêkê beşdarbûneke bilind didin xuyakirin. Karbidest dibêjin nêzîkî 60 ji sedî ji rêjeya 12 milyon dengdarên tomarkirî berê xwe dan sindoqên dengdanê.

Şirovekarên herêmî dibêjin ku ev yek bi gelekî ji tiştê ku dihate çaverêkirin baştir bû, û herwiha dide xuyakirin ku Talîban yekcar nayê qebûlkirin.
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:22 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG