Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ban Ki Moon Kuştina Keşeyekî Holandî li Sûrîyê Şermezar Dike


 Keşeyê Holandî Francis Van Der Lugt
Keşeyê Holandî Francis Van Der Lugt
Sekreterê Giştî yê NY Ban Ki Moon kuştina keşeyekî Holendî li bajarê Humsê yê dorpêçkirî şermezar kir. Birêz Ban ev mirina keşe wekî "karekî nemirovî yê tundûtûjîyê" binav kir.

Keşeyê 75 salî Frans Van Der Lugt bi dehên salan li Sûrîyê jiyabû, û red dikir ku ji bajarê Humsê derkeve, tevî ku ev bûye bêtirî salekê şerekî giran li wir dibe.

Birêz Ban Ki Moon got ku keşe Frans bi mêrxazî li rex gelê Sûrîyê rawestî.

Berdevekê berpirsê NY got ku ev kuştin pêdivîya lezgîn jibo parastina sivîlan nîşan dide. Wî got, birêz Ban daxwaz ji herdu alîyên şer li Sûrîyê kiriye ku xelkên hemû netewe û olan li Sûrîyê werin parastin.

Dîdevanan gotin ku çekdarekî nenas do Duşemê derbasî kenîseya keşe Frans bû, ew derxist derve û teqe lê da. Wan got ku diyar bû keşe bi awayekî rasterast bûbû armanc.

Berdevkekî Vatîkanê Federico Lombardi got ku keşe Frans Ver Der Lugt mêranîyeke mezin nîşan da ku dilsozê gelê Sûrîyê bimîne tevî rewşa metirsîdar.

Berdeveke Wezareta Derve ya Amerîka Jen Psaki jî got ku Amerîka bi nûçeya kuştina Van Der Lugt xemgîn bûye.
XS
SM
MD
LG