Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lavrov Dixwaze Deverên Başûrarojhilata Ukrayna Beşek bin ji Danûstandinan


Wezîrê Derve yê Rûsya Sergeî Lavrov dibêje li danûstandinên li ser paşeroja Ukrayna pêdivî ye behsa deverên başurarojhilata wî welatî bê kirin.

Wî roja Sêşembî li Mosko gote rojnamevanan ku Rûsya dixwaze ku li danûstandinan nûneriya wan deveran bê kirin ku pitir bi zimanê Rûsî dipeyvin.

Li Parîsê, serokê NATO Anders Fogh Rasmussen hişdarî da ku pitir çûna dinav axa Ukrayna de dê “şaşiyek dîrokî” be û dê Rûsya ji cîhanê pitir veder bike.

Wezîrê Navxwe yê Ukrayna Arsen Avakov got di opersyoneke dijî terorê de ku hat kirin bo derxistina xwenîşanderên ser bi Rûsya yên ku avahiyekê hikûmetê li bajarê Xarkiv dagîr kirbûn, 70 xwenîşander hatin girtin.
XS
SM
MD
LG