Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevan Rodî Emîn Xwepêşandana Ser Sînora Herêma Kurdistanê û Rojava Dinirxîne


Ev çend roj in ku xendekên kûr li ser tixubê Herêma Kurdistanê û Rojava, li Devera Koçeran ya Dêrîkê tên kolandin.

Ew yek bûye sedema nerazîbûnên mezin ku çima girêdana navbera her du alîyên sînorê tê qûr kirin. Îro jî gelê herêmê jibo şermezarkirina wan xendikan, meşîyan ser tixub.

Rojnamevan Rodî Mihemed Emîn jî ew xwepêşandan şopand û ser wê xwepêşandanê agahî dide Dengê Amerîka.

Rodî Mihemed Emîn dibêje, kolandina wan xendekan gelê heremê pir eciz kiriye jiber ku hatin-çûna gel qût dike û sînorên heyî jî kûrtir dike.

Emîn dide zanîn ku di encama gule barandina peşmergeyan de xortek birîndar bû û ew kes niha li nexweşxanya Dêrîkê ye.
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:53 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG