Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bengo: Rola ENKS’ê Li Nav Opozîsyonê Zêdetir Dibe


Mihemed Xêr Bengo
Mihemed Xêr Bengo
Nûnerê Encûmena Niştîmanîya Kurd li Sûrîyê (ENKS) Mihemed Xêr Bengo, li ser karbeşîya nû ya Hevpeymanîya Niştîmanî ya Opozîsyona Sûrîyê dibêje, “Piştî civata dawî ya hevpeymanîyê ew hêvî dikin, di nav opozîsyonê de hewildanên li xêra herêma Kurdî zêdetir bibin.”

Birêz Bengo yek yek ji 2 endamên Kurd e li nav Desteya Sîyasî ya Opozîsyonê.
Ew ji Dengê Amerîka re dide zanîn, ‘Karên Desteya Sîyasî vê carê bi fermî hatine dîyar kirin ku wê li rojên pêş komîteyên şopandina karên hikumeta demkî jî werin ava kirin.”

Nûnerê ENKS’ê dîyar dike, piştî rûdanên Ukrayna di helwesta Rûsîya de jî hin guherîn çêbûne.

Birêz Bengo destnîşan dike, ew ê hewil bidin li nav opozîsyonê kutleya Kurdî xurtir bikin ku niha jî ENKS ji grubên din bêhtir yekrêziya xwe diparêze.
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:18 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG