Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Ukrayna: Dijî Referandûmê Nîne li ser Paşroja Welat


Serokê Kargêr yê Ukrayna, Oleksandr Turchynov, dibêje ku ew ne dijî referandûmek niştîmanî ye li ser paşaroja Ukrayna.

Rêzdar Turchynow roja Dûşembî got ew piştraste ku piranya xelkê welatê wî dê piştevaniya Ukrayneke yêkgirtî û serbixwe bikin. Wî got ew dengdan renge hevdeme be digel hilbijatinên serokatiyê li 25 meha 5 Golanê.

Li Moskow, Wezîrê Derve yê Rûsya Sergeî Lavrov roja Dûşembî got, ew di wê bawerê de ye ku pêdivî ye xelkê Ukrayna li rojhilata welatî ku bi zimanê Rûsî dipeyvin di dariştina destûrek nû beşdar de bin.
XS
SM
MD
LG