Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Danûstandinên Navnetewî yên ser Ukrayna li Cenevre Destpê Kir


Danûstandinên navnetewî yên ser Ukrayna îro Pêncşemê li Cenevre destpê kir.

Amerîka dibêje, ew dê ji nêzîk ve bişopîne ku Rûsya di nermkirina girjî û alozîya heyî de jidil e yan ne.

Di danûstandinan de wezîrên derve yên Ukrayna, Rûsya, Amerîka û Yekîtîya Ewropa cîh digirin.

Serokê Amerîka Barack Obama di hevpeyvîneke NBC de hişyarî da Rûsya. Serok got, wê encamên neyênî hebin, eger Rûsya gavên ku îstîqrara Ukrayna têk bide, bavêje.

Obama herwiha bal kişand ku divê Rûsya rêz li serwerîya Ukrayna bigire.
XS
SM
MD
LG