Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsekî Afganî Rojnamevaneke Bîyanî Kuşt


Karbidestên Afganî dibêjin polîsekî gule reşand ser 2 rojnamevanên jin yên bîyanî û yek ji wan kuşt ya din jî birîndar kir.

Êrîş demeke kin berî hilbijartinên seroktîyê li eyaleta Khost ya rojilata Afganistan çêbû.

Rojnamevana kuştî Anja Niedringhaus ya 48 salî ye ku rojnamevaneke xelatgir ya Alman e ku jibo AP dixebitî.

Tê ragihandin ku nûçegîhana birîndar Kathy Gannon ku ew jî jibo AP kar dike, di rewşeke baştir de ye.

Karbidest dibêjin polîsê êrîşvan piştî bûyerê ji alîyê hêzên ewlekarî ve hate girtin.
XS
SM
MD
LG