Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhilda Du Bombeyên Trimbêlan li Sûrîyê Pêk Tînin


Dîmenek ji bajarê Humsê.
Dîmenek ji bajarê Humsê.
Du trimbêlên serhildayan li du deverên jêr destê hêzên hikûmetê li naverasta Sûrîyê îro Şemîyê teqîyan. Di encama teqînan de bi kêmî 10 kes hatin kuştin, li gorî ku karbidest û çalakvan radigihînin.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov ku bingeha wê li Brîtanya ye ragihand ku trimbêlek li bajarê Humsê teqîya û tê de bi kêmî çar kes hatin kuştin. Piranîya rûniştvanên wê deverê Elewî ne. Televizyona dewletê jî derbarê heman teqînê ragihand lê yekser jimara kuştiyan neda.

Wexteke zûtir îro Şemîyê, êrîşbirekî din yê xwekuj xwe di trimbêlekê de li ber xaleke kontrolê ya hikûmetê li bajarê Selemiyê teqand. Çalakvanan got, bi kêmî 6 kes di wê êrîşê de hatin kuştin. Karbidestekî hikûmeta Sûrî jî ev teqîn piştrast kiriye.
XS
SM
MD
LG