Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sê Teqînên Kujer li Îraqê Pêk Tên


Wêne ji arşîvê ye.
Wêne ji arşîvê ye.
Di encama zincîre êrîşan de li Îraqê bi kêmî 15 hatin kuştin û nêzîkî 50 kesên din îro Yekşemê birîndar bûn. Karbidestên Îraqê dibêjin, yek ji wan êrîşan li dijî zanîngeheke Şîa ya taybet li Bexdayê bû.

Kêmî du hefteyan berî pêkhatina hilbijartinên parlamanî, asta tundûtûjîya tayîfî li Îraqê zêde bilind bûye bi rengekî ku wek ya salên 2006 û 2007 e dema ku welêt gihiştibû ser lêva şerekî navxweyî.

Êrîşa herî kujer ya îro Yekşemê li nêzîk bajarê Samawe pêk hat, cihê ku du trimbêl lê di heman demê de lê teqîyan. Polîsan got, di encamê de 7 kesên sivîl hatin kuştin û 17 kesên din birîndar bûn. Bajarê Samawe 370 kîlomteran li başûr rojhilata Bexdayê dikeve.

Êrîşa li dijî zanîngehê jî li taxa Ur ya rojhilata Bexdayê pêk hat. Polîs dibêjin, li wir êrîşbirekî xwekuj bi kembereke xwekuj êrîş kir ser dergehê sereke yê zanîngehê li dema ku sê mîlîtanan girtin ser dergehê paşîn. Di wê êrîşê de çar polîs û mamosteyek hatin kuştin û 18 kesên din birîndar bûn. Hêzên ewlekarîyê jî hemû mîlîtanên êrîşbir kuştin.

Di êrîşa sêyem de, trimbêlek li devereke bazirganî li taxa Îskenderiye ya başûrê Bexdayê teqîya û di encamê de sê sivîl hatin kuştin û 12 kesên din birîndar bûn.
Karbidestên saxlemîyê jimara van qurbaniyan piştrast kirin.
XS
SM
MD
LG