Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûrîyê Dibêje Hilbijartinên Seroktîyê li Hezîranê Têne Kirin


Hikûmeta Sûrîye radigihîne ku wê hilbijartinên seroktîyê di 3’yê meha Hezîranê de bêne kirin.

Hate ragihandin ku berbijarên hilbijartinan sibe Sêşemê dikarin navên xwe jibo hilbijartinan tomar bikin.

Serokê Sûrîyê Beşar Esed jî ragihand ku ewê careke din xwe bike namzed û hilbijartinan de cîh bigire.

Eger Esed serketî be wê jibo cara siseyan dibe serokê Sûrîyê û welêt û bo heft salên din li ser desthilatê dimîne.

Hikûmeta Beşar Esed ji sê salan vir ve rûbûrûya şerekî navxweyî ye ku heta niha pirtir ji 150. 000 hatine kuştin.

Nêzîkî 2.6 mîlyon Sûrî ji welatê xwe revîn û xwe spartin welatên cîran û bi giştî 6.5 mîlyon kes neçar man ku cî û warên xwe biterkînin.
XS
SM
MD
LG