Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Egera Êrîşeke Kîmyawî li Sûrîyê Vekolîn Dike


Jen Psaki, Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkî.
Jen Psaki, Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkî.
Amerîka dibêje, wê hinek nîşan hene ku vê madeyên kîmyawî yên jahrê li devereke serhildayên Sûrî hatine derxistin.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Jen Pskani do Duşemê got ku Amerîka berê xwe dide wan îdîayên ku hikûmeta Sûrî berpirsa wê bûyerê bû.

Xanim Psaki got, belge heye ku madeyeke kîmyawî ya bazirganî, dibe ku chlorine be, li bajarokê Kfer Zeita hatiye bikar anîn.

Roja Yekşemê, Serokê Fransî Francois Hollande got ku Fransa jî nîşan hene ku çekên kîmyawî hîn li Sûrîyê tên bikaranîn.

Hikûmeta Serokê Sûrî Beşar Esed sala bûrî qebûl kir ku hemû çekên xwe yên kîmyawî hilîne, wekî beşek ji rêkeftinekê ku di encama fişarên navneteweyî de hatibû holê.

Washington û hevalbendên xwe dibêjin, hêzên Esed sala bûrî gaza sarînê bikar anîn, ku di encamê de bi sedan kes hatin kuştin.

Hikûmeta Sûrî berpirsîya wê êrîşê xiste stûyê serhildayên şerê navxweyî yê Sûrî ku nuha ketiye sala xwe ya çaran.
XS
SM
MD
LG