Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Helîkopterên Apache Dişîne Misirê


Amerîka berevaniya biryara xwe dike ya dana hinek alîkarîya leşkerî bo Misirê, tevî xemên derbarê vegera welêt bo demokrasiyê dûr ketiye.

Polîsê Misirê li bajarê Îskenderîya bi gaza îsotê bersiva xwepêşandineke xwendekaran do Çarşemê da.

Pevçûnên wekî vê dihêlin hinek bipirsin bo çi Amerîka qebûl kiriye 10 firokên helîkopterên yên Apache bişîne bo Misirê.

Lê berdevkê Pentagon Kolonel Steve Warren dibêje, di berjewendiya Amerîka de ye ku Misir şerê dijî terorê li herêma Sîna berdewam bike.

David Schenker, rêveberê Programa Siyaseta Ereb li Enstituya Washington ya lêkolînên stratejîk, bi riya Skype gote Dengê Amerîka ku gefeya terorê xemeke mezin e.

Şirovekar dibêjin, dibe ku ev gav bibe alîkar jibo kêmkirina girjîyê di navbera Washington û Qahîre de, tevî ku Amerîka fişarê li Misirê dike ku soza hilbijartinên azad û dadmend pêk bîne.
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:07 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG